Nêçîrvan Barzanî: Ya ku YNKê kir destpêkeke metirsîdar e

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konfranseke rojnamevanî de li Hewlêrê ragihand, ku “çûna me bo Bexdayê jibo wê yekê bû ku em yekîtî û yekrêziya gelê Kurd biparêzin” û tekez kir, lê “mixabin YNKê yekrêziya Kurdan têk bir.”

04.10.2018, Per - 11:32

Nêçîrvan Barzanî: Ya ku YNKê kir destpêkeke metirsîdar e
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî amaje bi birêveçûna hilbijartinên gera pêncem a parlamentoya Kurdistanê kir û diyar kir, ku proseya hilbijartinan gelek bi başî birêveçû û “civaka navdewletî li ser şêweya birêveçûna hilbijartinan destxweşî li Herêma Kurdistanê kir.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir, “serkevtina proseya hilbijartinan serkevtin e bo gelê Kurdistanê” û got: “Ya giring ev e ku encamên hilbijartinan her çi bin, rewşa ewlehiyê û aramiya li Kurdistanê bihê parastin.”

Li ser pira posta serokomariya Iraqê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da xuyakirin, ku ev post maf û pişka gelê Kurdistanê ye, ne aliyekî siyasî û got: “Bi nêrîna me, diviyabû ev pirs di nava fraksyonên Kurdistanî de li Bexdayê bihatiba yekalîkirin, ku pêştir jî ew yek hatiye kirin, neku aliyên din berbijêrê Kurd bo vê postê destnîşan bikin.”

Nêçîrvan Barzanî da zanîn, ev pêngava tekalî ya YNKê gelek cihê nîgeraniyê ye û destpêkeke metirsîdar e, ku ev post li derveyî îradeya xelkê Kurdistanê hatiye diyarkirin. Ya ku hevalên YNKê kirin, jibo pêşeroja gelê Kurdistanê metirsîdar e.

Di bersiva pirsekê de li ser egera zêdebûna nakokiyên PDKê û YNKê û meseleya du îdareyiyê li Herêma Kurdistanê de jî, Serokwezîr Barzanî ragihand, bi ti awayî ti kesî behsa du îdareyiyê nekiriye û ew yek jî çênabe, lê belê ji niha pê ve Partiya Demokrata Kurdistanê dê li ser esaseke nû reftarê li gel Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 693 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:47:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x