Nûrî Malikî derbarê hikûmetê de soz dide Nêçîrvan Barzanî

Serokê Hevpeymana Dewleta Qanûnê, Nûrî Malikî dibêje, Çarçoveya Hevahengiyê dê sozên xwe yên bo Kurd û Sunneyan pêk bîne. Nûrî Malikî herwiha diyar kir, di demeke nêzîk de nakokiyên wan bi Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir re jî namînin.

22.02.2023, Çar - 08:14

Nûrî Malikî derbarê hikûmetê de soz dide Nêçîrvan Barzanî
Nuçe Belav bike

Roja Yekşemê 19ê Sibata 2023an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di preskonferansekê de li Munchenê ragihand: “Hikûmeta nû ya Iraqê di encama hevbeşiya navbera Kurd, aliyên Şîe û Sunne ava bûye. Me li ser bernameyekê li hev kiriye, nivîsên me hene û me îmze kirine. Eger aliyên din naxwazin pabendî vê rêkeftinê bin, wê demê ti wateyek ji bo mana me Kurdan di nav vê hikûmetê de namîne.”

Serokê Hevpeymana Dewleta Qanûnê, Nûrî Malikî di vê derbarê de Serokê Herêma Kurdistanê piştrast dike ku ew dê sozên di dema pêkanîna hikûmetê de dane Kurd û Sunneyan pêk bînin.

Nûrî Malikî di hevpeyvînekê de ligel medyaya Fransayê ragihandiye: “Mixabin, ez dibihîzim ku aliyeke sereke amaje bi vekişîna ji hikûmetê dike. Hikûmet dixwaze bûdceyeke niştimanî amade bike. Nabe aliyekî pêvajoya siyasî were çewisandin. Em sozên ku me nivîsandine, weke mijara windayan, efûya giştî û hevsengiya di rêvebirina dewletê de înkar nakin. Hikûmet cidî ye û em jî cidî ne.”

Malikî amaje bi wê yekê dike ku hikûmeta Mihemed Şiya Sûdanî di demeke kurt de pêk hatiye û ji ber wê nikare beşekî ji xalên bernameya xwe cîbicî bike û dibêje, temenê hikûmetê tenê sê meh in û gelek pirsgirêk û aloziyên ji hikûmeta berê ve mane, lewma di navbera cîbicîkirina daxwazên nû û çareserkirina pirsgirêkên hikûmeta berê de, baştir û dadperwertir e ku birayên me derfetê bidin hikûmetê.

Nûrî Malikî di beşeke din a wê hevpeyvînê de dibêje, di demeke nêzîk de nakokiyên wan û Sedir bi dawî dibin.

Malikî ji sala 2006an ve heta 2014an du geran serokwezîrtiya Iraqê kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 486 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:36:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x