OPEC daxwazê ji Iraqê dike hinardekirina petrola Kurdistanê dest pê bike

Rêxistina OPECê daxwaz ji Wezîrê Petrolê yê Iraqê kir ku rê bide Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi hinardekirina petrolê bike.

22.04.2024, Pts - 16:25

OPEC daxwazê ji Iraqê dike hinardekirina petrola Kurdistanê dest pê bike
Nuçe Belav bike

Jêderekî Wezareta Petrolê ya Federalî ji medyaya Iraqî re ragihand, Rêxistina Welatên Petrolê Hinarde dikin (OPEC) bi fermî daxwaz ji Wezîrê Petrolê yê Federal Heyyan Ebdulxenî kiriye ku rê bide petrola Herêma Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyê re bê hinardekirin.

Li gorî heman çavkaniyê, OPECê daxwaz ji Wezîrê Petrolê yê Iraqê kiriye, rê bide Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku rojane 200 hezar bermîl petrolê bi rêya bendera Ceyhanê re hinarde bike.

Derbarê bersiva Wezîrê Petrolê yê Iraqê li ser daxwaza OPECê çi bû? wî jêderî eşkere kir ku Heyyan Ebdulxenî ev daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiyaa Sûdanî re şandiye û li benda bersiva wî ye.

Ji 25ê Adara 2023an ve boriya petrolê ya Iraq-Tirkiye hatiye rawestandin ku karîna wê boriyê ya hinardekirina 1.4 milyon bermîl petrolê rojne heye. Lê heta niha ew qas petrol nehatiye hinardekirin û ya ku beriya ragirtinê dihat hinardekirin, tenê rojane 450 hezar bermîl bû.

Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyê çendîn caran ragihandiye ku ti pirsgirêka boriyê nîne û ji 4ê Cotmeha borî ve amade ye û tevî razemendiya Tirkiyeyê bo destpêkirina hinardekirina petrolê. Lê hikûmeta Iraqê ne amade ye hinartina petrolê bi rêya boriya petrolê vegerîne, di demekê de ku piştî zêdetirî salekê ji rawestandina hinardekirina petrolê, ziyaneke mezin gihîştiya Iraq, Herêma Kurdistanê û kompaniyên navdewletî yên petrolê.

Ji piştî rawestandina petrolê bi rêya boriya Iraq-Tirkiyeyê, Iraq mehane nêzîkî 14.5 milyar dolar ji dahata xwe ziyanê dibîne. Ji ber cibicînekirina xalên rêkeftinê jî, Iraq rojane 800 hezar dolar tê cizakirin. Zêdetirî 400 mîlyon dolar veberhênanên kompanyayên APIKURê hatine rawestandin. Dahata salane ya kompanyayên petrolê ji sedî 60 kêm bûye, bi sedan kes bêkar man. Ji ber rawestandina hinardekirina 450 hezar petrol rojane, bihayên petrolê li bazarên cîhanê bilind bûye. Tevî van hemûyan jî, pisporên enerjiyê dibêjin, rawestandina hinardekirina petrolê zirar gihandiye navûdengiyê Iraqê û daxwaza veberhênan û bazirganiyê li wî welatî kêm kiriye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 98 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:11:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x