Parêzgerê Dihokê spasiya xwediyê Grûpê Kompaniyên Kavîn dike

Parêzgerê Dihokê li ser tora civakî ya Facebookê peyamekê parve dike û tê de spasiya xwediyê Grûpê Kompaniyên Kavîn dike.

03.04.2024, Çar - 15:08

Parêzgerê Dihokê spasiya xwediyê Grûpê Kompaniyên Kavîn dike
Nuçe Belav bike

Parêzgerê Dihokê Elî Teter îro (Çarşem, 03ê Nîsana 2024ê) li ser tora civakî ya Facebookê peyamek parve kir û tê de spasiya xwediyê Grûpê Kompaniyên Kavîn kir.

Parêzgerê Dihokê di pareka peyama xwe de nivîsiye, “Xwediyê Kompaniyên Kavîn Grûp Zikrî Beşîr îro, 03ê Nîsana 2024ê, li Dîwana Parêzgeha Dihokê bi 400 milyon dînaran tevlî hewa komvekirina alîkariyan ji bo zirardîtiyên lehiya parêzgeha Dihokê bû”.

Elî Teter herwesa amaje daye, “Bi navê Kargêriya Parêzgeha Dihokê, em spasiya Kavîn Grûp û hemî wan kes û kompanî û aliyan dikin ên ku tevlî hewa komvekirna alîkariyan bûne”.

Serê sibeha roja Sêşemê, 19.03.2024, pêleke baranê ya dijwar parêzgehên Herêma Kurdistanê vegirtin, ku bandora wê zêdetir li ser parêzgeha Dihokê û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê bû.

Ji ber wê pêla baranê, li çend taxên Dihokê û Zaxoyê lehî rabûn û çend mal û dezgehên hikûmetê têk dan, bi dehan erebe birin, hejmareke rêyan girt û sê kes jî mirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî her zû peywendî bi Parêzgerê Dihokê Elî Teter kir û daxwaz jê kir, “Her tiştekî pêdivî ji bo parastina welatiyan bi zûtirîn dem bikin”.

Roja Pêncşemê, 21.03.2024, anku di dema kêmtir ji 48 seetan de, di konfiranseke rojnamevanî de bi amadebûna Nûnerê Serok Barzanî Mensûr Barzanî û Nûnerê Hikûmetê û Serokê Herêma Kurdistanê Parêzgerê Dihokê Elî Teter ragehand, “Bi biryara Serok Mesûd Barzanî, 117 apartman ji bo lêqewimiyên lehiya Dihokê hatin terxankirin”.

Vî nûçeyê tevayî: 200 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:19:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x