Parlamentoya Kurdistanê li ser Efrînê daxuyanî da

Parlamentoya Kurdistanê di civîna xwe ya îro de rewşa Efrînê nirxand û bi şermezarkirina êrişa Tirkiyê bo ser wê herêma Rojavayê Kurdistanê, berevaniya rewa ya xelkê Rojava û Kantona Efrînê bilind nirxand û hêviya serkevtinê jê re xwast.

31.01.2018, Çar - 06:42

Parlamentoya Kurdistanê li ser Efrînê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Îro Parlamentoya Kurdistanê civîna xwe ya asayî saz kir û têde rewşa herêma Efrînê û êrişa Tirkiyê bo ser wê herêmê nirxand.

Piştî bi dawî hatina civînê, parlamentoyê daxuyaniyeke nivîskî derbarê rewşa Efrînê de belav kir.

Di daxuyaniyê de 5 xal weke helwesta Parlamentoya Kurdistanê û 3 pêşniyar jî cih digirin.

Parlamentoya Kurdistanê di daxuyaniya xwe de êrişa Tirkiyê li ser bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê şermezar dike û daxwaz ji Tirkiyê dike, ku “rêz li prensîpên yasayên navdewletî û cîrantiyê bigre” û “demildest êrişên xwe rawestîne.”

Herwiha di daxuyaniyê de tê gotin: “Em daxwaz ji Netewên yekgirtî û civaka navdewletî dikin, ku bi mebesta rawestandina êrişa nerewa ya Tirkiyê bo ser Kantona Efrînê, bilez destwerdanê bikin.”

Parlamentoya Kurdistanê herwiha daxwaz ji rêxistinên mirovî yên navdewletî û aliyên alîkarder jî dike, ku “bi pêşkêşkirina alîkariyan û dabînkirina pêdawîstiyên bingehîn ên mirovî bi hawara xelkê sivîl ên Efrînê ve biçin.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de parlamentoya Kurdistanê dibêje: “Em berevaniya rewa û mêrxasî ya jin û zilamên xelkê xweragir ên Rojava û Kantona Efrînê bilind dinirxînin û hêviya serkevtinê jê re dixwazin.”

Parlamentoya Kurdistanê herwiha sê pêşniyaran dike, ku yek ji wan pêşniyaran ev e, ku “sînorê navbera Herêma Kurdistanê û Rojava ji bo gihandina alîkariyên pêwîst ên tendirustî û miroviyê bo xelkê mexdûrê Efrînê bi taybetî û Rojava bi giştî were vekirin.”

Parlamentoya Kurdistanê bang li aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê dike ku dest ji nakokiyên navbera xwe berdin û tekez dike: “Pêwîst e hêz û aliyên Rojavayê Kurdistanê bi berçavgirtina metirsiyên li ser ezmûna Rojava, nakokiyên xwe bidin alî û bi rêya diyalogê û hevqebûlkirinê, yekrêziya netewî dirist bikin û destkevtên xwe biparêzin.”

Di beşeke din a daxuyaniyê, Parlamentoya Kurdistanê amaje bi pêwîstiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê di qonaxa niha de dike û dibêje: “Ji bo bicihanîna erkên hevbeş ên niştimanî, em sazdana Kongreya Netewî ya Kurdistanê di vê qonaxa niha de bi pêwîst dizanin û pêwîst e berjewendiya bilind a gelê Kurdistanê bi pratîkî li ser berjwendiyên îdeolojîk, hizbî û siyasî were girtin.”

Di dawiyê de jî Parlamentoya Kurdistanê spasî û pesnê “helwesta wêrekî ya cemawerê gelê Kurdistanê li Başûr û revenda Kurdistanî li welatên derve” dike, ku piştevanî li “Efrînê û xelkê qehreman ê Rojava” kirine û hêvî dike, ku çalakiyên nerazîbûnê û xwepêşandanên ji bo bi dawî hatina êrişên Tirkiyê berdewam bin.

Parlamentoya Kurdistanê herwiha tekezî li ser wê çendê jî kiriye, ku “ezmûnên berê ji hemû aliyan re îsbat kiriye, ku pisgirêk û nakokî bi hêzê nayên çareserkirin û lojîka gotûbêjên aştiyane kilîda çareseriya hemû pirsgirêkan e.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1322 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:17:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x