Desteya Serokatiya Parlemantoya Kurdistanê ragihand, li gor madeyên peyrewên navxwe yên Parlemantoyê, îro rûniştineke ne asayî ya Parlemantoyê birêve diçe.
Serokatiya Parlemantoyê da zanîn, bernameya karê civîna îro, pêkanîna Komîta Yasayî dibe.
Li gor zanyariyan, Firaksiyona YNKê jî îro beşdarî civîna Parlemantoyê nabe.
Li ser lihevkirina PDK û YNKê û piştre firoksiyonên Parlemantoya Kurdistanê, 18ê Sibatê Parlemantoya Kurdistanê yekem rûniştina xwe encam da û desteya Serokatiya Parlemantoyê hilbijart, lê Firaksiyona YNKê beşdarî rûniştinê nebû.
Di wê derbarê berpirsên YNKê dibêjin, “Hin xalên nakok hene, heger ew bi PDKê re gihîştin rêkeftinê, dê beşdarî rûniştinên Parlemantoyê bibin.”