Parêzgarê Dihokê: Her hefteyê yan em ê projeyan vekin yan jî kevirê bingehîn ji bo wan danin

Parêzgarê Dihokê ji xelkê parêzgehê re piştrast kir: “Ji niha û pê ve em ê her hefte yan projeyan vekin yan jî kevirê bingehîn ji bo çend projeyan deynin.”

07.03.2024, Per - 09:22

Parêzgarê Dihokê: Her hefteyê yan em ê projeyan vekin yan jî kevirê bingehîn ji bo wan danin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Elektrîk û Çavkaniyên Sirûştî yê Herêma Kurdistanê Dr. Kemal Mihemed Salih û Parêzgarê Dihokê Dr. Elî Teter 6 santralên gerok li parêzgeha Dihokê vekirin.

Parêzgarê Dihokê Elî Teter di merasîma vekirinê de, peyamek arasteyî ji welatiyan kir û got: “Ez gelê me yê Dihokê piştrast dikim ku ji niha û pê ve her hefteyê, yan em ê hinek proje vekin yan jî em ê kevirê bingehîn ji bo projeyên din li seranserê parêzgeha Dihokê li hemû navçeyan deynin.”

Dr. Elî Teter diyar kir, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek pirsgirêkên ku li parêzgeha Dihokê hebûn çareser kirin. Herwiha derbarê rewşa elektirîkê de jî got, “Projeyên ku di çar salên borî de hatine encamdan, hişt ku elektrîk bi awayekî dadperwerane li ser hemû navçeyên Herêma Kurdistanê were dabeşkirin.”

Amaje bi wê jî kir, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi berdewam bi me re li ser xetê ye, me han dide û carina jî pişniyar dike ji bo pirsgirêk bêne çaresrekirin û projeyan cibicî bikin.”

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Elektirîkê yê Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed Salih di merasima vekirinê de gotarek pêşkêş kir û got, ev proje bi bihayê zêdetirî 9 milyar û 300 milyon dînar hatiye cîbicîkirin û di nava salekê de kar bi dawî bûne.

Herwiha got: “Welatiyên parêzgeha Dihokê dê sûdeke mezin ji vê projeyê werbigirin, bi taybetî di warê dabeşkirina elektrîkê de.”

Destnîşan kir jî: “Di heyama du salên borî de, pêşketinên baş li parêzgeha Dihokê di çareserkirina pirsgirêkên gaza navmalî, petrol û benzînê de çêbûne. Di bin çavdêriya rasterast a Serokwezîr Mesrûr Barzanî de, piraniya kêşeyên welatiyan li vê parêzgehê hatine çareserkirin û yên din jî pêwîstî bi dem heye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 692 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:07:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x