Pavel Talabanî: Vekişandina me taktîkî bû

Kurê Serokomarê Iraqê ya berê û Sekreterê Giştî ya YNK'ê Celal Talebanî, Pavel Talebanî der heqê dagirkirina bajarê Kerkûkê ji aliyê hêzên iraqî û Heşda Şeibî ve got, “rêkeftineke birûmet bû lê rêveberiya kurd nekarin biryareke rast bidin.”

23.10.2017, Pts - 08:17

Pavel Talabanî: Vekişandina me taktîkî bû
Nuçe Belav bike

Pavel Talebanî beşdarî bernameyeke televîzyona A Haber a tirkî bû û got, Hêzên Pêşmerge di salên dawîn de bi rola parastina Kerkûkê ji her gefê, nav dabû lê vê care rûbirûyê hêzekê mezintir hatin.

Roja 16ê Cotmeha 2017ê Piştî paşde vekişiyana beşek ji Hêzên Pêşmergey yên ser bi Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), çekdarên Heşda Şeibî û hêzên artêşa Iraqê derbasî nava Kerkûk, Xurmato, Xaneqîn û Celewlayê bû û li Kerkûkê dest danî ser zeviyên petrolê.

Derbarê vekişandina Hêzên Pêşmerge de Talêbanî wiha got: “Fermandeyên me yên li qada şer, piştî nêzîkî 100 pêşmergeyan canê xwe ji dest da, biryar dan ku bi taktîkî paşve vekişin. Rastiya bûyerê ev e. Ji bo em bi hezaran pêşmerge ji dest nedin, pevçûn derbasî navenda Kerkûkê nebin û hejmareke zêde ya sivîlan nebin qurbanî fermandeyên me biryar dane bi taktîkî vekişin.”

Pavel Talebanî anî ziman kesên wî bi îxanetê tohmetbar dikin ew xwe îxanetê dikin û wiha domand:

“Ez daxwazê dikim derbarê bûyerên li Kerkûkê rûdane de lêpirsîn bê kirin. Herwiha ez dixwazim derbarê rêvebirên em anîne vê qonaxê de jî lêpirsên bê destpêkirin. Ez devavêtina Serok Barzanî nakim. Ez naxwazim bibim sedema lawazbûna yekîtiya Kurdan. Îro ji hemû deman zêdetir pêwîstiya me bi yekîtiyê heye. Divê em vê pirsê ji xwe bikim: Em çawa hatine vê qonaxê?”

Bi gotina Pavel Talebanî pêkanîna giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê biryareke şaş bû û derbarê vê yekê de jî wiha axivî:

“Nûnerên Amerîkayê heta roja dawiyê jî bi henek alternativan hatin ba me. Lê mixabin rêveberên kurd ev derfeta dîrokî red kirin. Ev şaşiyeke mezin bû. Di heyama pevçûnên Kerkûkê de jî hêj hin derfet hebûn. Heta ku dema hêzên iraqî li Kerkûkê pêşdiketin jî hêj derfet hebûn. Ebadî xwe gihand me û rêkeftinekê pêşkêşî me kir. Hûn bixwazin ez dikarim behsa hurgîliyên vê rêkeftinê jî bikim. Piştî guftogoyên yek rojê em gihîtin pêşniyareke wiha: Li şûna tenê artêşa Iraqê li baregeha leşkerî ya Keywanê bicî bibe bila baregeha leşkerî Keywan bibe baregeha hevbeş a hêzên hevpeyamniya navdewletî ya li dijî DAIŞê.

Di vê çarçoveyê de ligel hêzên Amerîka û Birîtanyayê hêzên iraqî jî dê bihatin bicîkirin. Vê yekê dikarî rê li ber bûyerên Kerkûkê bigirta. Min tenê piştgiriya vê rêkeftinê kiriye. Belgeya ku jê 38 rêvebirên YNKê bi giştî 50 kesan îmze kiriye di destê min de ye.”

Pavel Talebanî di weşana zindî de ew belgeya navborî nîşan da û wiha got: “Ev rêkeftineke birûmet bû. Kesî dê wenda nekiriba. Kerkûk dê di destê me de bimaya. Ev trajedî nedihat sere gelê Kurd. Lê mixabin rêveberên kurd nikarin biryareke rast bidin.”

Her wiha tê gotin ku Parlamenterê Iraqê li ser lîsteya Tevgera Gorran Mesûd Heyder diyar kir ku piştî giştpirsiya 25ê îlonê ya serxwebûna Kurdistanê, di navbera Pavel Talebanî û Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Heşda Şeibî Hadî Amirî, bi serpereştiya serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û bi navbênkariya Fermandeyê Hêza Quds a Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Sulêymanî rêkeftineke 9 xalî pêk hatiye.

rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1757 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:07:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x