PDK û UNAMIyê hibijartinên Parlementoya Kurdistanê gotûbêj kirin

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Îraqê (UNAMI) li ser proseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê civiyan.

07.04.2024, Paz - 22:28

PDK û UNAMIyê hibijartinên Parlementoya Kurdistanê gotûbêj kirin
Nuçe Belav bike

Îro şandeyeke bilind a PDKyê  ku ji endamên Polîtbûroya PDKyê Hêmin Hewramanî û Amîna Zikrî û Cafer Emînkî pêk dihat bi şandeyeke UNAMIyê re civiya.

Derbarê civînê de Hêmin Hewramanî li ser tora civakî ya Facebookê daxuyanî da û ragihand:

“Ew civîn li ser pêşniyara Nûnera Taybet a Sikretêra Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ya Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert pêk hat.

Wê di dawî civînên xwe yên li ge Serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de pêşniyar kiribû.

Jeanine Hennis-Plasschaert xwest ku şandeyeke şareza û teknîkî ya UNAMIyê bê Hewlêrê û bi PDKyê re ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê danûstandinan bike.”

“Hin aliyan rênedan hilbijartin pêk werin”

Hewramî diyar kir ku wan  wekî şandeya PDKyê ji UNAMIyê re zelal kir ew du sal bûn PDKyê dixwest hilbijartin bêne kirin û wiha domand:

“PDK pabendî pêvajoya hilbijartinan bû û çar caran Serokê Herêma Kurdistanê plan jî derxist û hin aliyên din rêgir bûn û nedihiştin rûniştinên perlemantoyê ji bo danûstandinên li ser reşnivîsa yasaya hilbijartinan pêk were.

Ew alî her ji destpêkê ve li dijî karkirina Komîsyona Hilbijartinan bûn.”

“PDK ji bo hilbijartinên dûrî dizaynên pêşwext amade ye”

Hêmin Hewramî wiha berdewam kir:

“Me ji wan re eşkere kir ku PDK niha jî ji bo hilbijartinan amade ye, bi şertekî ku dûrî dîzaynên pêşwext be.

Divê UNAMI ji bo çareserkirina pirsgirêkên teknîkî û garentîkirina pak û zelaliya wê pêvajoyê li ser xetê be û dûrî wê amadekariya pêşwext be.

Hin aliyên navxweyî û derve ji bo dîzaynkirina kursiyên PDKyê û îradeya dengderan bername jê re danîne.”

Polîtbûroya PDKyê 18ê Adarê bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî civiyabû û piştî civînê PDKyê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de gotibû:

“Em di çarçoveya misyona xwe ya dîrokî û berjewendiyên xwe yên neteweyî de beşdarî wan hilbijartinan nabin ku bi awayekî nesayayî hatine ferzkirin.”

Vî nûçeyê tevayî: 114 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:56:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x