PDK û YNK ji bo pirsên pêkanîna hikûmetê û Kerkûkê dicivin

Her du Polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo pêkanîna hikûmeta nû û pirsên Kerkûk û Bexdayê li Hewlêrê dicivin.

04.03.2019, Pts - 08:51

PDK û YNK ji bo pirsên pêkanîna hikûmetê û Kerkûkê dicivin
Nuçe Belav bike

Peyamnêrê K24ê da zanîn, her du şandên Polîtburoya PDK û YNKê gihîştin baregeha Polîtburoya YNKê li Hewlêrê û her du alî pêkanîna hikûmeta nû û pirsên Kerkûk û Bexdayê li Hewlêrê gotûbêj dikin.

PDK û YNKê li ser çend pirsan û di serê wan de li ser Kerkûk nakok in, YNK rijd e li ser danîna parêzgarekî ji Kerkûkê re ku ji partiya wê be, lê PDK tekeziyê li asayîkirina rewşa Kerkûkê dike û dibîne ku bi danîna parêzgarekî ji Kerkûkê rewş asayî nabe, ew nakokî jî bandor xistiye ser pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Her girêdayî bi rewşa Herêma Kurdistanê û pêwendiyên di navbera PDK û YNKê, duhî Serok Barzanî pêşwazî ligel şandeke YNKê civiya ku ji Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl û di endamên Polîtburoya wê partiyê pêk hatibûn.

Piştî civînê jî di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandin, “Di hevdîtinê de, proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê û astengiyên li pêş proseya siyasî hatin guftûgokirin û tekezî li karê cidî û berdewamiya rêkeftina her du aliyan bo damezrandin û bihêzkirina sazî û dezgehên Herêma Kurdistanê hat kirin, ew jî bi liberçavgirtina berjewendiyên gelê Kurdistanê û giyanê birayetiyê û hest bi berpirsatiya hemû aliyan, bi cureyekê ku di asta daxwaza welatiyên Herêma Kurdistanê de be.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 566 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:16:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x