Li ser heman mijarê Reutersê jî bi zarê rayedarekî amerîkî ragihand ku di nav du hefteyên dawiyê de bi sedan şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD-QSD) terka herêmên operasyonên li Firatê kirine û derbasî Efrînê bûne.
Robert Manning di civîna rojnamevanî de bal kişand ser rawestîna operasyonên dijî DAIŞê li herêma Firatê û got, "Ev tê wateya ku HSDê hin operasyonên li qadê dane rawestandin."
Manning herwiha da zanîn ku vê yekê bandor li êrîşên koalîsyonê yên hewayî nekiriye û HSD çeperên li erdên ji DAIŞê standine diparêze.
Berdevkekî din ê Pentagonê Galloway jî şahidiya xwe ya terikandina têkoşîna DAIŞê ya HSDê anî ziman û diyar kir, "Hinek şervanên di nav HSDê de, ji bo operasyonên xwe yên li cihên din ku muhtemele ji bo Efrînê ye terk kirin."
Li gor nûçeya Hurriyetê ya derbarê heman daxuyaniyên Berdevkê Pentagonê Robert Manning de jî hat ragihandin ku Mannîng cara ewil li ser pirsa piştgiriya YPGê navê fermandarekî YPGê bilêv kiriye û gotiye, ew dê piştgiriya xwe ya bo General Cemîl Mezlûm berdewam bikin.
Mannîng diyar kiriye ku ew dê piştgiriya xwe ya bo General Mezlûm û Hêzên Sûriya Demokratîk li deverên ji DAIŞê hatine rizgarkirin bidomînin.