Peyama pîrozbayî ya Serok Barzanî bi boneya 65 saliya derketina rojnameya Xebat

Serok Barzanî bi boneya 65 saliya weşana rojnameya Xebatê, bi peyamekê pîrozbahiyê li rojnameya Xebat dike û dibêje: “Rojnameya Xebat di dirêjahiya dîroka xwe de, hertim bi pîşeyî û bi giyanekî pêşmergeyane û niştimanperwerî parastina mafên rewa yên gelê me kiriye.”

04.04.2024, Per - 09:14

Peyama pîrozbayî ya Serok Barzanî bi boneya 65 saliya derketina rojnameya Xebat
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî peyama xwe arasteyî sernivîser, rojnamevan û karmendên rojnameya Xebatê kir û got: “Bi boneya 65 saliya derketina rojnama (Xebat) bi germî pîrozbahiyê li we dikim.”

Herwiha got: “Rojnameya Xebat di dirêjahiya dîroka xwe de, hertim bi pîşeyî û bi giyanekî pêşmergeyane û niştimanperwerî parastina mafên rewa yên gelê me kiriye, di gihandina peyama pêkvejiyan û aştîxwaziyê de, dengê bihêz û resen ê gelê bûye, ev jî ji pabendbûna bi nirxên neteweyî û niştimanî çavkanî girtiye.”

Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Bi vê boneyê ew hêviya ji rojnameya Xebat heye ku di warê hişyarî, pêkvejiyan û berevaniya li mafên rewa yên gelê me de berdewam be û bibe nimûneya rastgoyî û sengîn bin di karê medyayê de.”

Vî nûçeyê tevayî: 110 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:33:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x