Peyama Serok Barzanî bi boneya 53 saliya Peymana 11ê Adarê

Serok Barzanî bi helkefta rêkeftina dîrokî ya 11ê Adarê peyamek girîng belav kir.

11.03.2023, Cts - 08:14

Peyama Serok Barzanî bi boneya 53 saliya Peymana 11ê Adarê
Nuçe Belav bike

Serok Mesud Barzanî bi helkefta rêkeftina dîrokî ya 11ê Adarê peyamek girîng belav kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê dilovan û dilovan

Peymana 11ê Adarê yek ji destkeftên hêja yên tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê ye. Girîngiya vê bûyera dîrokî ew e ku di encama têkoşîn û şoreşa gelê kurd û PDK ya bi serkêşiya Barzanî de, rejîma Iraqê di roja 11ê Adarê de, bo yekem car neçar ma ku bi fermî hin mafên gelê me nas bike. Ev maf ji destpêka avakirina dewleta Iraqê ve hatin înkarkirin û bêparkirin.

Rêkeftina 11ê Adarê ku berhema têkoşîn û qurbanîdana Pêşmerge, girse û hemû çîn û pêkhateyên olî û etnîkî yên Kurdistanê bû, pênase û hebûna gelê kurd di nava dewleta Iraqê de derxist asteke bilind. Tevî ku rejîma Iraqê pişta xwe da mafên gelê krd û rêkevtina 11ê Adarê binpê kir, lê ev destkeft dergehek bû ji bo qonax û pêngaveke mezin a têkoşîna gelê me û bidestxistina destkeft û serkeftinên zêdetir.

Di 53. salvegera peymana 11'ê Adarê de, dema em tekezî li ser peyama aştiyane û jiyana hevbeş a gelê kurd dikin, bi bîr tînin ku gelê kurd di bin ti şert û zextan de dest ji maf, azadî û destkeftiyên xwe bernade.

Mesûd Barzanî

11ê Adarê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 252 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:00:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x