Peywendiyên Navbera Hewlêr û Bexdayê

Berevajiya çend salên derbasbûyî, niha peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê hinek baştir bûne, bi taybetî piştî Adil Ebdûlmehdî wek serokwezîr dest bi kar kir.

28.02.2019, Per - 06:17

Peywendiyên Navbera Hewlêr û Bexdayê
Nuçe Belav bike

Dema bihorî wextê butçeya 2019ê hat pesendkirin meaşê fermanberên Herêma Kurdistanê hat garantîkirin û Serokwezîrê Iraqê ragihand ku her dema li gor butçeya 2019ê meaş û butçe bo parêzgehên naverast û başûr hat xerckirin, meaş û butçeya Silêmanî, Hewlêr û Duhokê jî tê şandin.

Hevdem hemû xalên gumrikê yên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê hatin rakirin. Di warê leşkerî de jî peywendî baştir bûne û Wezareta Berevaniyê ya Iraqê û Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê hewl didin li navçeyên cihê nakokiyê hevahengiya di navbera xwe de zêdetir bikin.

Derbar vê mijarê de Berdevkê Wezareta Berevaniya Iraqê Emîd Yehya Resûl wiha dibêje: “Peywendiyeke me ya bihêz ligel Hêzên Pêşmerge heye, hinek pirsgirêk di navbera me de hebûn, lê hatin çareserkirin û bidawî bûn. Em li yek welatî dijîn û yek gel in, peywendiyên wan lijneyên di navbera artêşa Iraqê û Pêşmergeyan de hatibûn pêkanîn gelekî baş in û baş kar dikin. Em her operasyonekê bikin ji welatiyan re eşkere dikin, erk û dijminê me yek e û nabe em derfetê bidin terorîstên DAIŞê ku asayîş û silametiya welatiyên Iraqê têk bidin."

Ji aliyekî din ve tê çaverêkirin ku di kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de saziyek bo rêxistina karûbarên peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê were pêkanîn.

Endamê Şanda Danûstandinê ya Tevgera Goran Elî Heme Salih ji Rûdawê re got, di gotûbêjên ligel PDKê de wek destpêk gehiştine rêkeftinê ku saziyeke taybet bi gotûbêj û rêxistina peywendiyên ligel Bexdayê were pêkanîn.

Elî Heme Salih behsa wê yekê jî kir ku li Parlamentoya Kurdistanê yasayeke taybet bo wê saziyê tê derxistin û serokê wê ji aliyê parlamentoyê ve tê hilbijartin.

Di herdu kabîneyên borî yên bi serokatiya Nûrî Malikî û Heyder Ebadî de, peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê zêdetir aloz bûn û gehişte wê astê ku hikûmeta Iraqê budçe û meaşê fermanberên Herêma Kurdistanê qut kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 799 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:22:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x