Pirsgirêkên Bexda û Hewlêr di Konseya Ewlekariya NY'ê de ye

Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY), pirsgirêkên ku di navbera Bexda û Hewlêrê de têne jiyandin xist rojeva xwe û her wiha di civînê de li herêmên nakok rewşa herî dawî girtin dest.

23.11.2017, Per - 06:23

Pirsgirêkên Bexda û Hewlêr di Konseya Ewlekariya NY'ê de ye
Nuçe Belav bike

Di daxuyaniya derbarê rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê ya KENYê de hat gotin ku ew piştgiriya gotûbêjan di navbera hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de dikin.

Her wiha Konseya Ewlekariyê daxwaza cîbicîkirina destûra Iraqê ji aliyê Hikûmeta Navendî ya Bexdayê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û piştgiriya Neteweyên Yekbûyî bo hewlên destpêkirina dîyalogê nîşan da.

KENYê herwiha di çarçoveya rêzgirtina yekîtiya axa Iraqê de, biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê ku derbarê referandûma serxwebûnê de dabû nirxand û ji bo hilbijartinên Iraqê yên Gulana 2018'an hêviya serkeftinê xwest.

Nûnerê Taybet yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jan Kubis di gotara xwe ya destpêka civînê de got, di 17ê Mijdarê de Iraqê serkeftina DAIŞê ragihandiye û devera dawî ya di destê DAIŞê de hatiye kontrolkirin.

Kubis bal kişand ser ku niha ti devereke Iraqê di destê DAIŞê de nemaye û da zanîn, Herêma Kurdistanê pêşwazî li hejmareke mezin a koçberan kiriye.

Jan Kubis di civînê de aloziya navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê bi bîr xist da xuyakirin ku her du alî jî giliyan dikin ku destûr nehatiye bicihanîn.

Nûnerê Taybet yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê li Iraqê herwiha got, "Pêwîst e pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi diyalogê bêne çareserkirin û mafên destûrî ji Herêma Kurdistanê re vegerin."

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1045 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:00:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x