Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja 19.07.2017ê peyamek belav kir û di wê peyama xwe de amaje bi vê yekê kir ku ‘’Iraqê berevajî destûrê hewl dide bingehên sîstema federalî binpê bike, yan jî bicîh neyne.’’
Ligor nûçeya ku Basnews malpera xwe de weşandiye; Mamostayê zankoyê û şarazayê Zagonên Destûrî Dr. Behçet Akrêyî: ‘’Destûra Iraqê ku di sala 2005ê de hat derxistin, ti madeyek destûrê wekî xwe nehatiye bicîhanîn herçend divê destûr, destûrek federaliya îtîhadî jî be, taybet madeya 140 a destûrê heta naha pêknehatiye, her wiha ew mafê ku di destûrê de ji herêma Kurdistanê re hatine dayîn, ji wan budce hatiye binpê kirin.
Akrêyî dibêje: ‘’Divê dabeşkirina desthilatan li gor helbijartinê be, lê erebên şîe desthilata serokê encûmena wezîran bo xwe li gor xwe zelal kirine, ev jî coreyeke ji binpê kirinan, ji ber vê jî nabe berdewam ew erk di destê erebên şîe de be.’’
Navborî got, erkê cîgirê encûmena wezîran beşa kurd bû, lê jê hatin derxistin û li gel wê jî wezîrê darayî û wezîrê derve bi tometên cuda cuda doz li hember wan hatin vekirin û erk ji wan hat vergirtin, armanc ji wan pêkanînan hikûmeta Iraqê kêmkirina desthilata kurd di nav hikûmeta Iraqê de dixwest û ew pêkanî.’’
Dawiyê de jî ragehand, serokê herêma Kurdistanê di peyama xwe de bi aşkerayî binpêkirinên Iraqê bi zelalî rawe kiriye, bi taybet jî derbarê binpêkirinên bingehê federalî de.