Pizîşkekî Kurd ferhenga pizîşkî ya Kurdî amade kir
Ferhenga pizîşkî ya Kurdî niha weke dersekê li Fakulteya Pizîşkiyê ya Zanîngeha Silêmaniyê tê xwendin.
Dr. Fereydûn Qeftan diyar dike, cara yekem e ku li Zanîngeha Silêmaniyê peyv û hevokên pizîşkî dikin derseke sereke û ji xwendekarên zanîngehê re didin xwendin.
Danerê ferhenga pizîşkî ya Kurdî xwendina peyv û hevokên pizîşkî giring dibîne û diyar dike, armanca wan ew e ku pêwendiyên navbera nexweş û doktoran baştir bikin daku bikarin ji hev fêm bikin.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1192 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:39:29