Pêşewa Hewramanî: Gelo lîsteya grûpên milîs ên ku êrîşî Herêma Kurdistanê dikin li cem kesî heye?

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî amaje bi mijara rawestandina şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê kir û got: Eger mijar bi gendeliyê ve girêdayî be, divê mûçeyê fermanberên hemû parêzgehên Iraqê were rawestandin.

29.01.2024, Pts - 14:01

Pêşewa Hewramanî: Gelo lîsteya grûpên milîs ên ku êrîşî Herêma Kurdistanê dikin li cem kesî heye?
Nuçe Belav bike

Pêşewa Hewramanî li hejmara xwe tora civakî “Facebook” belav kir, “Ji dema derxistina pirsgirêkên li ser mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê, her roj pirsine nû tînin pêş Hikûmeta Herêma Kurdistanê, we mercekê bo şandina mûçe û mafên xelkê, di demekê de me bi zelalî hemû tişt pêşkêşî hikûmeta federal kiriye.”

Herwiha got, di lêgerîneke hêsan a çar nûçeyên ku ji aliyê çend çavkaniyên pêbawer ên medyayê ve hatine weşandin, rêjeya dayîna mûçeyan li Iraqê wiha ye:

AL-Jazeera: “sedî 20 ji mûçeyên Îraqî bo mûçeyên sexte diçe, ku salane nêzîkî 10 milyar dolar e û ji mûçeyê hemû fermanberên Herêma Kurdistanê zêdetir e.

Alhurra: “300 milyar dolar ji bo proje û mûçeyên sexte li Iraqê çûye.”

Baghdadtoday: “22 hezar karmendên sexte di lîsteya xanenişînên Îraqî de hene, ku 800 milyar dînar ji xezîneya Îraqî digirin.”

BBC: “Di sala 2014an de, hikûmeta Iraqê bixwe mikur hat ku 50 hezar leşkerên sexte mûçeyên xwe ji xezîneya Iraqê werdigirin. sexte, ne ku bindîwar.”

Pêşewa Hewramanî dipirse: “Gelo lîsteya grûpên milîs ên ku êrîşî Herêma Kurdistanê dikin li cem kesî heye? Eger pirs gendelî be, diviyabû mûçeyên xelkê hemû parêzgehên Iraqê bihatana sekinandin, ne wek ku hinek amatorên siyasî yên navxweyî bibêjin, xelkê Kurdistanê ji ber xatirê (şerîfekî) birçî mane.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 305 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:59:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x