Qedexeya liser qada hewayî ya Kurdistanê ziyanên mezin dide

Wezareta Ragihandinê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku jiber ambargoya liser qadên hewayî ya Kurdistan ziyanên mezin dide herêmê û yek jî Tirkiyê.

06.12.2017, Çar - 13:48

Qedexeya liser qada hewayî ya Kurdistanê ziyanên mezin dide
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Ragihandin û Veguhastinê Umêd Mihemed di daxuyaniyekê de jî bo çapemeniyê ragihand ku; " Ji bo vekirina herdû balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê tu gavek nayê avêtin û wezareta me amadeye ji bo destpêkirina danustandina derbare vê mijarê de, lê mixabin Bexda ne amade ye û bersiva me nade.

Herwiha Mihemed destnîşan kir ku gelek serdanên firokeyan hatîne ragirtin. Wekî nimûne şîrketa Turkish Airlines di heftyekê de 100 sefer dikirin. Şîrketa Şahan a Urdunê nêzî 30 seferan dikirin û piraniya hêlên asîmanî yên welatê Qeterê û Dubaiyê û Lofthansa û hinên din rojane dihatin û firînê wan hebûn.

Di berdevamiya daxuyaniya xwe de Berdevkê Wezareta Ragihandin û Veguhastinê qala zirar û ziyaniyên her dû firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê û wan şîrketên ku di her dû firokexaneyanda kar dikirin kir û aşkere kir ku û heke girtina van firokexaneyan berdewam bike dê ev ziyaniyên wan hîn bêtir bibin.

Tê gotin ku hikumeta Iraqê bi biryarekê li roja 29 meha Îlona derbas bûyî asîmanê Herêma Kurdistanê ji bo firîn û serdana girt û her du firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê girtin. Ji van balafirxaneyan tenê ji bo nava Îraqê dikare were firîn û herwiha ev biryara hikûmeta Iraqê cezayeke ji bo Herêma Kurdistanê ku ji ber encamdana referandûma serxwebûnê daye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 991 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:35:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x