Rêbiwar Taha sond xwar

Parêzgarê nû yê Kerkûkê Rêbiwar Taha li Dadgeha Kerkûkê sonda yasayî xwar derbasî avahiya parêzgariyê bû.

14.08.2024, Çar - 15:21

Rêbiwar Taha sond xwar
Nuçe Belav bike

Piştî hilbijartinan bi 8 mehan Parêzgar û Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin.

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê şeva 10ê Tebaxê li Bexdayê li Otela Rêşîdê bi beşdariya 9 endamên encûmenê civiya.

5 endamên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), endamekî Xiristiyanan û 3 endamên Ereb beşdarî civînê bûn.

Di vê civînê de Endamê Encûme Parêzgeriya Kerkûkê yê YNKyê Rêbiwar Taha bû parêzgarê nû yê Kerkûkê.

Doh mazbata stand

Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd doh mazbataya Parêzgarê Kerkûkê dabû Rêbiwar Taha.

Sonda yasayî xwar

Rêbiwar Taha îro li li Dadgeha Kerkûkê sonda yasayî xwar û derbasî avahiya Parêzgariya Kerkûkê bû.

Rêbiwar Taha piştî sonda yasayî bi awayê fermî dest bi karê xwe kir.

 

Vî nûçeyê tevayî: 234 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:15:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x