Rosneft dest bi projeyên xwe yên li Kurdistanê dike

Kompanyaya Rosneft a rûsî li Herêma Kurdistanê dest bi projeyên xwe dike.

25.07.2018, Çar - 07:24

Rosneft dest bi projeyên xwe yên li Kurdistanê dike
Nuçe Belav bike

Berpirsekî ji kompanya Rosneftê ji ajansa Reutersê re eşkere kir ku şandeke Rosneftê li Duhoka Herêma Kurdistanê legel berpirsên Kurdistanê civiyane û gotûbêj liser bicîkirina rêkeftina ku di Cotmeha 2017an de hatibû pêk hatibû, kirine.

Wî berpirsê Rosneftê diyar kir ku ew pêşbînî dikin dawiya îsal proejyên xwe yên li Kurdistanê bicî bikin.

Rosneft ku mezintirîn kompanyaya neftê ya Rûsyayê ye, ligel Hikûmeta Kurdistanê lihe kiribû ku li 5 herêmên Kurdistanê lêkolînên jeolojîk bike. Eger ev proje bicin serî sala 2021an dê dest bi hilberîna petrolê bê kirin.

Li gor zanyariyên wê kompaniyê ji bo hilberîna li 5 herêman 400 milyon dolar dê werin xerckirin. Para kompaniyê ya di helberînê de dê ji sedî 80 be.

Li gor pêşbîniyan rezerva li wan 5 herêman 670 milyon warîl e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 697 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:35:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x