Şahînê Bekirê Soreklî: 4 Sedema rawestandina referandum hene

Piştî referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê di serî Hikumeta Bexdayê gelek aliyan xwestibûn ku encamê referandûmê werin betalkirin. Lê hikûmeta Herêma Kurdistanê ev yek ne pejirandibû. Piştî kontrolkirina Kerkûkê ji aliyê artêşa Iraqê û Haşdî Şabî ve îro hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku wan encamên referandûmê rawestandine.

25.10.2017, Çar - 13:41

Şahînê Bekirê Soreklî: 4 Sedema rawestandina referandum hene
Nuçe Belav bike

Piştî daxuyaniyan hikûmeta Herêma Kurdistanê ku encamên referandûmê rawestandine û daxwaza diyalogê kirine gelo dê li herêmê çi biqewime? Derbarê vê biryarê de Sputnik Kurdistan bi nivîskar û xebatkarê Radyoya Avustralya yê beşa kurdî Şahinê Bekirê Soreklî re axifî.

4 Sedemên Girîng hene

Soreklî diyarkir ku gelek sedemên rawestandina encamên referandûmê hene lê yên giring ev in û weha berdewam kir. "Bi dîtina min gellek sedem hene, yên girîng ji wan: 1, Bi encama zexta navneteweyî, bi taybetî ji Amerîka. 2, Bi encama reaksiyona tund ji Îranê û Tirkiyeyê û ji ber neyekgirtina aliyê kurdî. 3, Nebûna aliyên ku pishtgiriyeke durist bidin projeya Kurdan. 4, Tirsa ku domandina hevrikiyê bibe sedema sherekî mezin û ziyaneke mezin li herêmê bibe, ekonomiyê hilweshîne, destkevtiyan wenda bike û jimara qurbanan û penaberan bilind bike."

Ya Kurdan kirî tenê gefxwarin bû

Soreklî da zanîn ku qet nebe heya niha tişta xuya dike ewe ku tişta kurdan kirî gefxwarin bû û weha axifî: "Rawestanidina encamên referandûmê tên wateya pejirandina mercên ku belkî ji aliyê amerîkî û alîne din ve hatibûn pêşkêşkirin, mercên ku ta radeyekê yên hukûmeta îraqî ne. Lê weha xuya ye, nuha aliyê îraqî vê jî napejirîne. Ew îptalkirina tevahiya referendomê dixwaze. Mixabin hukûmeta îraqî nuha pê hesiya ku ya Kurdan tenê gefxwarin bû (bi kêmasî ta nuha weha xuya dike). Lewma heye ku mercên xwe dijwartir bike. Em hêvî bikin karbidestiya amerîkî piçek guvaş deyne ser hukûmeta îraqî."

Betalkirina encamên Referandûmê dê hêvîya hemû kurdan bişkîne

Soreklî li ser encamên rawestandina referandûmê jî axifî û weha pê de çû: "Ger tenê rawestandin be dê hinek sûd ji bo Kurdan tê de bimîne, lê ger bi tevahî bihêt îptalkirin heye ku hêvî û morala gellek Kurdan bişkêne. Heye ku mijara kurdî di çavên hinek aliyên herêmî û navneteweyî de biçûk bike. Dê bêvila hukûmetên li ser herêmên kurdî desthelatdar bilind bike û heye ku wan li hember Kurdên niştimanperwer hartir bike. Dê giraniya hukûmeta îraqî li ser sehneya navneteweyî zêde bike."

Sputnik Kurdistan
Vî nûçeyê tevayî: 859 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:01:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x