Jêderekî ji parêzgeha Hewlêrê ji Spûtnîk Kurdistanê re ragihand, li ser daxwaza civata nûnerên lraqê û hikumeta herêma Kurdistanê konferansek tê sazkirin ku bi mijara ‘Hikûmeta Lamerkezî li lraq û Herêma Kurdistanê' ye.
Hat zanîn ku parêzgehên Silêmanî, Hewlêr û Duhokê beşdarî wê konferansê dibin û dê konferans 2 rojan dom bike.
Jêderê parêzgeha Hewlêrê got, wiha biryar bû ku Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê jî beşdarî konfransê bibe, lê ji ber beşdarbûna Korbenda Davosê ya Aboriya Cîhanî nikare beşdarê konferansa Bexdayê bibe.