Şandeka Kurdistanê bo vekirina rêya Hewlêr-Kerkûkê çû Bexdayê

Rêka Kerkûk-Hewlêrê ji 16 Cotmeha par ve hatiye girtin

29.07.2018, Paz - 04:40

Şandeka Kurdistanê bo vekirina rêya Hewlêr-Kerkûkê çû Bexdayê
Nuçe Belav bike

Şandeka Herêma Kurdistanê bo vekirina rêka Hewlêr-Kerkûkê çû Bexdayê.

Şandeka serbazî û teknîkî ya Herêma Kurdistanê bo vekirina rêka Hewlêr-Kerkûkê îro çû Bexdayê.

Berpirsê polîsê Hewlêrê û endamê şanda Kurdistanê Ebdulxaliq Telet li ser bernameya şandê ji televîzyona K24 re gotiye, şanda Kurdistanê dê sibê bi rayedarên Iraqî re li ser vekirina rêka Hewlêr-Kerkûkê hevdîtin bike.

Ebdulxaliq Telet her wiha gotiye, di civîna hefteya borî ya Kerkûkê de li ser gelek tiştan lihevkirin çêbûye, tenê mijara bazgehên serbazî maye, ew jî dê di civîna sibê de were axaftin.

Piştî rûdanên 16 Cotmeha par, hêzên Iraqî û Heşda Şeibî xwastin êrişî Hewlêrê bikin lê hêzên Pêşmerge pira navbera Kerkûk û Hewlêrê, ku dikeve nahiya Pirdê, teqandin. Ji wê demê ve hatin û çûn di wê rêyê de hatiye sekinandin. Niha li aliyekî pirê hêzên Pêşmerge û li aliyê din jî hêzên Iraqî bicîh bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 837 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:40:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x