Şandeke Herêma Kurdistanê ji bo pirsên budce û mûçeyan li Bexdayê ye

Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çarekirina pirsên budce û mûçeyan gehişt Bexdayê.

03.04.2024, Çar - 09:26

Şandeke Herêma Kurdistanê ji bo pirsên budce û mûçeyan li Bexdayê ye
Nuçe Belav bike

Li dû ragehandineke Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, armanc ji serdana Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew e ku danûstandin bi aliyên peywendîdar ên Hikûmera Federalî ya Îraqê re bên kirin, ji bo çarekirina pirsên budce û mûçeyên fermanber û mûçexurên Herêma Kurdistanê û şandina mûçeyên Pêşmerge û hêzên dî yên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê.

Serdana Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê di demekê de ye ku dawiya heftiya borî Birêveberê Giştî yê Jimêrkariyê li Wezareta Darayî Mihemed Ebdilqadir ji K24ê re ragehand ku, ew lîsta mûçeyên meha Adarê bi du awayan ji Bexdayê re dişînin lê lîsta duyê ya mûçeyên meha Adarê dê tevî pilebilindkirinan be û dê di 20 rojan de bê amadekirin û şandin.

Wezareta Darayî ya Îraqê heta niha tenê mûçeyên mehên Çile û Sibatên îsal ji Herêma Kurdistanê re şandine. Li dû gotina Endama Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê Nermîn Marûf ku pêştir ji K24ê re ragehandibû, rêkarên şandina mûçeyên meha Adarê dê wekî yên meha Sibatê bin û Wezareta Darayî ya Îraqê dê bi awayê kaş mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê bişîne.

Vî nûçeyê tevayî: 257 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:35:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x