Şandeke herêma Kurdistanê serdana Bexda dike!

Şandeke hikûmeta herêma Kurdistanê serdana paytexta Iraqê Bexdayê kir.

29.03.2018, Per - 09:04

Şandeke herêma Kurdistanê serdana Bexda dike!
Nuçe Belav bike

Wezîrê darayî û aborî Rêbaz Hemlan bi daxuyaniyeke rojnamevanî ve ragehand, naha herêma Kurdistanê rojane 300 heta 320 hezar bermîlên neftê rêdike derve.

Herwaha got, nirxê nefta Kurdistanê 10 dolar ji nirxê cîhanî kêmtir e.

Rêbaz Hemlan got, naha şandeke hikûmeta herêma Kurdistanê li Bexdayê ye û li gel berpirsên payebilind ên Iraqê guftûgo derbarê beşa budceya herêma Kurdistanê li budceya giştî ya Iraqê ya sala 2018ê dike.

Rêbaz Hemlan derbarê mûçe û kêmkirina mûçeyên fermanberên Kurdistanê de jî got, hikûmeta herêma Kurdistanê pişte xwe bi wî dahatî ve girêdaye ku destverdanê lê bike, ku eger ji Bexda ve bigehe Hewlêrê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 850 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:40:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x