Şandeke Hikûmeta Îraqê gehişt Kormorê

Şandeke Hikûmeta Îraqê ji bo vekolana êrîşa li ser Zeviya Kormorê ya Gazê gehişt nav wê zeviyê û biryar e Şanda Wezareta Karebê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî piştî demeke din bigehe wê derê.

27.04.2024, Cts - 15:01

Şandeke Hikûmeta Îraqê gehişt Kormorê
Nuçe Belav bike

Duhî seet 18:43 bi droneke bombekirî êrîşî Zeviya Kormorê ya Gazê hat kirin û çar karmendên Yemenî yên Kompaniya Dana Gasê ya Îmaratî ya weberhênera gaza wê zeviyê hatin kuştin û du jî birîndar bûn.

Di du salên borî de gelek caran ji aliyê komên milîşyayên Îraqê ve bi dron û rokêtên Katyoşa êrîşî wê zeviyê hatiye kirin û wesa jî şandina gazê ji bo westgehên berhemanîna kareba Herêma Kurdistanê hatine rawestandin.

Ji ber êrîşa duhî ya li ser wê zeviyê jî, careke din şandina gazê ji bo westgehên karebê yên Hewlêr û Çemçemalê hat rawestandin. Li dû ragehandina Wezareta Karebê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, “Ji ber wê êrîşê, berhemanîna karebê 67% kêm bûye”.

Duhî (În, 26.04.2024) êvarê êrîşeke dronî li ser Zeviya Kormorê ya Gazê li nahyeya Qadirkeremê yê girêdayî bajarkê Çemçemalê hat kirin, çar karmendên wê hatin kuştin û du jî birîndar bûn ku xelkê Yemenê ne. Ev jî navên wan û salên bûna wan in:

-Elî Ebûd - 1978

-Yûsif Yasir Hemûd - 1986

-Îsam Mihemed Ehmed - 1983

-Ewez Ebde Elî - 1986

Hema piştî wê êrîşê, her du wezaretên Karebê û Samanên Xwezayî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, “Ji ber êrîşa dronî ya li ser Zeviya Kormorê, şandina gazê ji bo westgehên berhemanîna karebê rawestiyaye û lewma jî nêzî 2500 Mêgawatên karebê kêm bûne”.

Zeviya Kormorê ya Gazê li sala 2007ê hatiye damezrandin, dikeve sinorê nahyeya Qadirkeremê ya qezaya Çemçemalê li parêzgeha Silêmaniyê û kompaniya Danagazê weberhênanê tê de dike.

 

Vî nûçeyê tevayî: 136 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:26:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x