Seidî Pîre: PDK û YNK divê bi hev re kar bikin

Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Seidî Pîre tekezî li pêwîstiya bihevre karkirina PDK û YNK dike û daxwaza çareserkirina kêşeyên navbera herdu aliyan bi gotûbêjan dike.

11.04.2023, Sal - 15:25

Seidî Pîre: PDK û YNK divê bi hev re kar bikin
Nuçe Belav bike

Îro Sêşemê 11ê Nîsana 2023an, Endamê Polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre ragihand, tenê rê li ber PDK û YNKê bihevre karkirin e û hêviya xwe anî ziman ku herdu alî bigihin qenaetê û hevşêweya dezgeha hilbijartinan a herdu partiyan, rûnin û kêşeyên serbazî, ewlehî, siyasî û aborî gotûbêj bikin.

Derbarê rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, Seidî Pîre destnîşan kir, her mijarek di berjewendiya miletê de be, serkeftin e.

Roja Sêşemê 4ê Nîsana 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Bexdayê kir û ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî hat pêşwazîkirin, piştre bi amadebûna herdu aliyan, di merasîmekê de rêkeftina destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Kompaniya Somo hat îmzekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 542 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:07:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x