Senatorê Amerîkî, li hemberî êrişên liser Kurdan bêdengiya Amerîka rexne kir
Li hemberî êrişên liser Herêma Kurdistan her ku diçe bertek mezin dibin. Senatorê Florîda ya Kongreya Amerîka Ron DeSantîs, welatê xwe li hemberî êrişa Heşdî Şabî ya li ser Kurdan rexne kir.
Desantîs da zanîn, ku îxtimal heye Heşdî Şabiya ku Fermandarê Hêzên Quds ya Îranê Qasim Silêmanî Pêşengî dike amadekarî dikin ku li hemberî Herêma Kurdistan êrişek girseyî pêkbînin.
Her wiha Desantîs dide zanîn ku li herêmê hevkarê Amerîka tenê Kurdin û lazime ku Amerîka piştgirî bide wan û dibêje; "Rêveberiya Amerîka ya niha lazime demildest li hemberî Heşdî Şabiya ku destê wan di xwîna leşkerên Amerîkî de hene bikeve tevgerê û mudaxale bike."
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 965 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:24:31