Operasyonên leşkerî yên Tirkiyê li dijî PKKê li Herêma Kurdistanê berdewam dikin.
Duh li devera Nihêlê ya ser bi Amêdiyê di navbera endamên PKK û Hêzên Çekdar ên Tirkiyê de şerekî tund derket.
Tirkiyeyê çiyayên Garê û Metîna bombebaran kir, ji ber bomberdûmanê li herêmê şewat derket.
Li heman herêmê beriya ku bomberdûman dest pê bike endamên PKK'ê balafireke bêmirov a Tirk xistine.
Di daxuyaniya MSByê de hat diyarkirin ku Li herêmên Xakûrk û Gara 8 PKKyîyan jiyana xwe ji dest dane.
Li aliyê din ji ber şewata bi helîkopteran li gundê Guherzê yê navçeya Amediyê Kanî Masî şewitîn.
Ajansa Rûdawê ji herêmê ragihand di dîmen de tê dîtin ku li qada daristanê ya li herêmê şewat derketiye û 3 helîkopteran bi nizm li derdora gund geriyan û gule berdane.
"PKK ne li vir e"
Gundiyên ku ji Rûdawê re axivîn, rewş wiha vegotin:
"PKK ne li vir e, Tirkiye bi zanetî agir bi van deran dixe, dilê me dişewite, lê em nikarin agir vemirînin. Xwezaya Kurdistanê bi tevahî şewitî, bi tevahî reş bû. kesên diçin êgir qebûl dikin."