Serkirdeyan Cejna Remezanê li Nêçîrvan Barzanî pîroz kir

Serkirdeyên welatan Cejna Remezanê li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîroz kir.

12.04.2024, Cum - 09:43

Serkirdeyan Cejna Remezanê li Nêçîrvan Barzanî pîroz kir
Nuçe Belav bike

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand:

“Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Pashinyan bi minasebeta Cejna Remezanê nameyên pîrozbayê ji Serokê Herêma Kurdistanê re şandin.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin:

“Di nameyan de serokwezîrên Hindistan û Ermenistanê û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê li gel pîrozbahiya Cejna Remezanê, hêviya serkeftin, xweşî, aştî û aramiyê ji Nêçîrvan Barzanî re xwestin.”

Serkirdeyan tekezî li ser bipêşxistina pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re jî kirine.

 

Vî nûçeyê tevayî: 118 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:41:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x