Serok Barzanî û Balyozê Amerîka li Iraqê bi wekalet civiyan

Serok Barzanî û Balyozê Amerîka li Iraqê bi wekalet , rewşa Iraq, Herêma Kurdistanê û navçeyê gotûbêj kirin.

14.02.2024, Çar - 14:41

Serok Barzanî û Balyozê Amerîka li Iraqê bi wekalet civiyan
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî îro 14ê Sibata 2024an pêşwazî li BBalyozê Amerîka li Iraqê bi wekalet David Berger kir.

Di hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê, metirsiya terorê, peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal de û astengiyên li pêşiya wan peywendiyan, hatin gotûbêjkirin.

Di derbarê rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê de, Serok Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîste hemû alî pabendî destûrê bin ku gelê Iraqê deng li ser daye û qewareya Herêma Kurdistanê û saziyên wê biparêzin. Nabe jî bi awayekî nedestûrî dest li proseya yasadanana Herêmê bê kirin. Herwiha wek di destûrê de bi zelalî hatiye gotin ku eger cudabûn di navbera yasayên Herêma Kurdistanê û yasayên Parlamentoya Iraqê de hebe, yasayên Herêma Kurdistanê di rêza yekem de dibe.

Serok Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de amaje bi wê kir, ku pêwîste hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê werin encamdan û nabe bihaneyên nedestûrî dest li proseya helbijartinan û tedbîrên wê were kirin û nabe astengî li pêş wê werin danîn û nabe bi bihaneyên hebûna taneyan li yasayan hewl ji bo paşxistina wê bên dayîn.

Di derbarê hilbijartina Serokê Parlamentoya Iraqê de jî Serok Barzanî got, ew dixwazin pêkhateya Sunne bi têgihîştina di nava xwe de li ser namzedekî li hev bikin û hemû alî jî ji bo serkeftina proseya hilbijartina Serokê Parlamentoya Iraqê hevkariyê bikin.

Di derbarê rewşa mana hêzên hevpeymanan li Îraqê de jî, Serok Barzanî got ku ev pirs, pirseke niştimanî ye û ne tenê girêdayî pêkhateyeke diyarkirî ye, pêwîste hikûmeta Îraqê bi rêya wezaret û dezgehên fermî bi guftûgo ligel hevpeymanan bigihin rêkeftin û encamekê. Divê hemû pêkhateyên Îraqê vê rastiyê bizanin ku hîn jî metirsiya terorê û metirsiya vejîna wê heye. Di vê derbarê de Serok Barzanî ji şanda mêvan re eşkere kir ku pêwîste hemû alî piştgîriya proseya diyalog û rêkeftina di navbera hikûmeta Îraqê û hevpeymanan de bikin û ev pirs ne erkê parlementoyê ye. Ji bo berjewendiya Îraqê jî, divê dûr ji muzayedeya siyasî û encam û hevkêşeyên herêmî, berjewendî, aramî û ewlehiya hemû cih û pêkhateyên Iraqê li ber çavan bê girtin.

Her aliyek jî dizane ku eger Amerîka rejîma berê hilneweşandiba û alîkariya Iraqê di proseya azadkirina Iraqê de nekiriba, ewên niha li Iraqê deshilatdar in, dê qet nedikarîbana li Iraqê hikum bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 357 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:18:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x