Baregayê Barzanî belav kiriye, “Serok Barzanî îro (Çarşem, 06.03.2024) pêşwaziya Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Victoria Tailor kir, ku Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Mark Stro jî di wê hevdîtinê de amade bû, û behsa serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo Waşintonê hat kirin û wekî serdaneke cidî û serkeftî hat wesifandin.
Di wê hevdîtinê behsa rewşa siyasî ya Îraqê û peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê û arêşeyên di rêya wan peywendiyan de jî hat kirin, herwesa tekez jî li ser pêdivîtiya parastina seqamgiriya Îraqê û rolê hêzên Hevpeymanan di seqamgiriya Îraq û deverê de hat kirin.
Mijara hilbijartinan tewerekî din ê wê hevdîtinê bû. Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo birêveçûna hilbijartinan tekez kir, herwesa nîgeraniya xwe jî li ser biryara Dadgeha Federalî ji bo nehêlana kursiyên kutaya pêkhatan diyar kir û ew biryar wekî bizavekê ji bo nehêlana mafê pêkhatan û gehandina ziraran ji bo piroseya demokrasiyê wesifand.
Peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê jî mijara tewerekî din ê hevdîtina Serok Barzanî û Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bûn.