Serok Barzanî bi rêvebiriya siyasî ya Iraqê re hevdîtin pêkanîn

Serok Barzanî bi serokatiya şandekê bilind seredana Bexdayê kir û digel piraniya aliyên siyasî civiya.

23.11.2018, Cum - 08:30

Serok Barzanî bi rêvebiriya siyasî ya Iraqê re hevdîtin pêkanîn
Nuçe Belav bike

Di civîna digel Serokwezîrê Iraqê, Serok Barzanî got, Herêma Kurdistanê piştevaniya Adil Ebdulmehdî ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan dike. Li himber de jî, Ebdulmehdî ragihand, Serok Barzanî rolek giring ji bo avakirina Îraqê û çarekirina hemû pirsgirêkan heye. Got jî, Serok Barzanî endazyarê avakirinê ye li Îraqê.

Herweha piştî civîna digel Serok Barzanî, Hadî Amirî got, wan pêşwazî li xebatkarekî mezin kir û tekez kir, pirsgirêkên Îraqê gelek in û dixwazin çareser bikin.

Herweha Serok Barzanî digel her yek ji Serokê Civata Nûneran Mihemed Helbûsî û Serokê Tevgera Etaa, Falih Feyaz civiya.

Di civîna Serok Barzanî û Nûrî Malikî tekezî li çareserkirina pirsgirêkên mayî yên Hewlêr û Bexdayê li gorî Destûrê hat kirin.

Di çarçoveya seredanekê de ji bo Bexdayê Serok Barzanî di gel Emîndarê Hizba Dawa ya Îslamî û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî civya.

Di civînê de seredana Serok Barzanî ji bo Bexdayê û civînên wî di gel aliyên siyasî bi giring hat binav kirin.

Herweha tekezî li karkirin ji bo nêzîkkirina Hewlêr û Bexdayê û karê pêkve û mifawergirtin ji firehaliya siyasî û binemayên demokrasiyê ji bo ber bi pêşvebirina proseya siyasî li Îraqê hat kirin.

Herweha Nivîsîngeha Malikî belav kiriye ku, di civînê de, tekezî li çareserkirina pirsgirêkên di navbeyna Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de li gorî destûrê hatiye kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1020 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:15:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x