Serok Barzanî di salvegera karesata Helebçeyê de peyamek weşand

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di 30yemîn salvegera karesata Helebçeyê de peyamek weşand û got, "Ev e birîneke li ser can û cesedê gelê me ku dê tu wext ne kewe û neyê ji bîr kirin."

16.03.2018, Cum - 08:20

Serok Barzanî di salvegera karesata Helebçeyê de peyamek weşand
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di 30yemîn salvegera karesata Helebçeyê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşand.

Barzanî di peyama xwe de ev tişt nivîsîn:

"Em îro gelê kurdistanê û birîna wê ya ku nakewe Komkujiya Helepçeyê di bîr tînim. Ez silav û hezkirinên xwe yên ji dil ji giyanê pak ê şehîdên ku li Helebçeyê bi gaza kîmyayî canê xwe ji dest dane re dişînim.

Û hevsoziya xwe li gel nas û xizmên şehîdan û qurbaniyên wê rûdana diltezîn dûpat dikim. Ev e birîneke li ser can û cesedê gelê me ku dê tu wext ne kewe û neyê ji bîr kirin.

Belê, rejîma Bees êdî ne li ser kar e, lê belê wê tawana mezin li bin serweriya dewletê de encam daye. Ji bo wê yekê di karesata Helepçeyê û sepandina karesata Helebçeyê dewleta Iraqe berpirsyar e."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1072 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:17:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x