Serok Barzanî dilgiraniya xwe ji bo rewşa gelê kurd li Sûriyeyê ragihand

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di civîna xwe de behsa rewşa herêma Kurdistanê, bûyerên piştî referandûma serxwebûnê û amadebûna xwe ji bo alîkariya çareseriyê aştiyane ji bo pirsa kurdan li Tirkiyeyê kiriye. Herwiha Barzanî dilgiraniya xwe derbarê pêşeroja gelê kurd li Sûriyeyê jî daye xuyakirin.

12.04.2018, Per - 10:19

Serok Barzanî dilgiraniya xwe ji bo rewşa gelê kurd li Sûriyeyê ragihand
Nuçe Belav bike

Malper A KDP-Info ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Mesûd Barzanî û Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Mesut Tek duh civiyane.

Li gorî nûçeyê, "Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ronahî xistiye ser rewşa siyasî li Tirkiyeyê, rewşa Kurdî û aliyên siyasî yên Kurdî li Tirkiyeyê, Herwiha amaje bi wan astengî û aloziyên kir, ku vê dawiyê di jiyana siyasî ya gelê Kurd de li Tirkiyê derketin".

Barzanî jî di wê civînê de behsa rewşa Herêma Kurdistanê û bûyerên piştî referandûmê kir û dilgiraniya xwe derbarê pêşeroja gelê Kurd li Sûriyeyê da xuyakirin.

Derbarê rewşa aliyên siyasî yên Kurd li Bakurê Kurdistanê, Serok Barzanî "şêrtên pêwîst pêşkêş kirin û amadebûna xwe ji bo alîkariyê di çareseriya aştiyane ya doza Kurd û xebata siyasî ya gelê Kurd de, li Bakurê Kurdistanê ragihand".

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1121 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:19:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x