Serok Barzanî: Îradeya gelê Kurdistanê ji hemî komkujî û tawanan bihêztir e

Serok Barzanî di salvegera kîmyabarankirina Balîsan û Şêx Wesan û Dola Şaşnawetiyê de dibêje, “Îradeya gelê Kurdistanê ji hemî çek û komkujî û tawanan bihêztir e”.

16.04.2024, Sal - 12:48

Serok Barzanî: Îradeya gelê Kurdistanê ji hemî komkujî û tawanan bihêztir e
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî di salvegera kîmyabarankirina Balîsan û Şêx Wesan û Dola Şaşnawetiyê de peyamek li tora civakî ya Xê belav kir.

Di peyama Serok Mesûd Barzanî de hatiye, “Îradeya gelê Kurdistanê ji hemî çek û komkujî û tawanan bihêztir e. Di salvegera 37ê ya kîmyabarankirina Balîsan û Şêx Wesan û Dola Şaşnawetiyê de ku ji aliyê rijêma berê ya Îraqê ve hat kirin, hezaran silav ji bo canê pakij ê şehîdên wê tawanê û tevaya şehîdên Kurdistanê”.

Îro 37 sal bi ser êrîşa yekê ya kîmyayî ya rijêma Beis li ser Kurdistanê re derbaz dibin ku li Dola Xoşnawetiyê li sinorê parêzgeha Hewlêrê, Balîsan û Şêx Wesan û gundên derdorê kirin armanc û zêdetirî hezar welatiyan hatin şehîdkirin û birîndarkirin û enfalkirin.

Rijêma berê ya Îraqê li roja 16ê Nîsana 1987ê êrîşeke kîmyayî kir ser Dola Balîsan û gundên Xoşnawetiyê ku wekî êrîşa yekê ya kîmyayî ya rijêma Beis li ser Kurdistanê tê hesibandin.

Piştî wê êrîşa kîmyayî, bi dehan welatiyên birîndar, ku ji bo çareseriyê gehandibûn nexweşxaneyên Hewlêrê, ji aliyê hêzên rijêma Beis ve hatin revandin û enfalkirin û heta niha jî çarenivîsê wan diyar nîne.

Kîmyabarankirina Dola Xoşnawetiyê ev gund vegirtin: Şêx Wesan, Kanî Berd, Bêrawe, Şîre, Xetê, Balîsan, Melekan û Deraş.

Herwekî rêzgirtin ji bo şehîd û qurbaniyên kîmyabarana Dola Xoşnawetiyê, Perlemana Kurdistanê di rûniştina xwe ya roja 7ê Nîsana 2008ê de bi biryara hejmar yek a sala 2008ê roja 16ê Nîsanê wekî roja jîngeha Kurdistanê diyar kir.

Her sal di roja salvegera kîmyabarankirina Xoşnawetiyê û roja jîngeha Kurdistanê de, dezgehên hikûmetê û welatî û tex û çînên Kurdistanê bi çandina şitilên daran û çalakiyên din roja jîngeha Kurdistanê zindî dikin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 149 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:45:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x