Serok Barzanî: PDK dê guhertinên mezin pêk bîne

Serok Barzanî ragihand, ku bi serketina PDK di 30ê Îlonê de, çaksazî û guhertinên mezin wê destpê bikin.

24.09.2018, Pts - 06:07

Serok Barzanî: PDK dê guhertinên mezin pêk bîne
Nuçe Belav bike

Li Silêmaniyê îro mîtînga bangeşeya hilbijartinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) birêve çû û Serok Barzanî jî di vê karnavalê de gotarek pêşkêş kir.

Serok Barzanî di dewama axaftina xwe de got, “Gelek kesan xwe amade kiribûn dawiya PDK bibînin, lê bi himmet a we, li seranserî Kurdistanê, cemawer û dengder û alîgir û endamên PDK wa kirin, ku PDK bibe partiya yekem li ser astê Iraqê. Niha hemû alî zanin ku PDK tê çi wateyê, PDK nûneratiya piraniya xelkê Kurdistanê dike, bi me xweşe û me herdem daxwaz kiriye ku bi aştî û riyên aştiyane, kêşe û nakokî bên çarekirin, lê ev nayê wateya ku em dev ji armancên xwe berdin.”

Serok di dirêjiya axaftina xwe de got, “Hilbijartinên 30ê Îlonê giring in û em soz didin, ku çi ji destê me bê, emê ji bo xizmeta we bikin, binavê xwe û hemû hevalên serkirdatiya PDK, sipasiya endamên PDK li vê deverê dikim, ji ber ku ez bibaşî haydarî dijwariya rewwşa we me, her ji zemanê Zeîm Sidîq û heya îro, teror û teqandin û bêbeşkirin, ji para we bû li vê deverê, lê hûn her û her xweragir bûn û em hatine vir, daku ji we fêrê xweragiriyê bibin.”

Serok Barzanî got: “Xweragiriya we cihê serfiraziyê ye û em serfiraziyê bi we dikin, divê ev rewşa tevlihev bidawî bê, Kurdistan ji hemû Kurdistaniyan re ye, divê qorixkirin -Istixlal- a desthilatê li hemû cihekî bidawî bê û zelal e, li ku qorixkirina desthilatê heye, em dixwazin dewleteke yasayê damezrînin û em hemû têde beşdar bin, ji we re tekez dikim, ku ti carî em qebûl nakin, zordarî li PDK û baregehên PDK û xelkên bê desthilat li vê deverê bê kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 824 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:57:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x