Di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Kuweytê li Hewlêrê Osman Dawûd amade bû, Balyozê Kuweytê li Iraqê silavên Mîrê Kuweytê gihandin Serok Barzanî û pêzanîna xwe bo rola dîrokî ya Serok Barzanî di aramiya Herêma Kurdistan û Iraqê û kûrkirina peywendiyên di navbera gelê Kurdistanê û welatê wî de hebû. Tekezî jî li ser dostanî û pêşxistina peywendiyan kir.
Her di vê hevdîtinê de, Serok Barzanî amaje bi êşên hevbeş ên gelê Kurdistanê û gelê Kuweytê û peywendiyên di navbera gelê Kurdistanê, welat û serkirdayetiya Kuweytê de bi dîrokî, girîng û dostane binav kir.