Di hevdîtinê de, Konsulê Giştî yê Amerîka pêzanîna wî ji bo xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê ji bo gihîştina azadiyê û rûbirûbûna dîktatoriyetê hebû.
Konsulê Giştî yê Amerîka destnîşan kir, gihîştina bi bextewerî û azadîxwaziyê, du xalên hevbeş ên di navbera gelê Amerîka û gelê Kurdstanê de ne.
Serok Barzanî jî tekezî li wê yekê kir ku gelê Kurdistanê xwedî dozeke rewa ye û ji bo vê doze jî amade ye her qurbaniyekê bide.
Her di vê hevdîtinê de, tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên dualî hate kirin û Konsulê Amerîka li Hewlêrê behsa hevkarî û hevahengiya welatê xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir di warê geşepêdana sektora taybet û derfetên kar ji bo welatan.