Serok Barzanî pêşwaziya Mîrê Êzidiyan û Civata Rohanî ya Êzidiyan dike

Serok Barzanî pêşwaziya Mîrê Êzidiyan û Civata Rohanî ya Êzidiyan dike, tekezê dike ku Êzidî pareke ezîz a gelê Kurdistanê ne û daxwaz jî dike ku Êzidî erf û edetên xwe biparêzin.

22.04.2024, Pts - 00:19

Serok Barzanî pêşwaziya Mîrê Êzidiyan û Civata Rohanî ya Êzidiyan dike
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî îro (Yekşem, 21.04.2024) li Pîrmamê pêşwaziya Mîr Êzidiyan Mîr Hazim Beg û Civata Rohanî ya Êzidiyan kir.

Şanda mêvan di wê hevdîtinê de spasiya Serok Barzanî kir ku herdem piştevanê Êzidiyan bûye û dilgermê tenahî û yekrêzî û tebahiya navbera Êzidiyan bûye.

Şanda mêvan herwesa daxwaz ji Serok Barzanî kir ku li ser piştevaîkirina wan berdewam be û rêyê li her bizavekê bigire ku Êzidiyan ji hev veqetîne.

Serok Barzanî jî ji aliyê xwe ve tekez li ser wê yekê kir ku Êzidî pareke ezîz a gelê Kurdistanê ne, herwesa daxwaz jî kir ku Êzidî erf û edetên xwe biparêzin û rêyê nedin ku dengên xerîb û derdoran bandorê li ser civaka wan bikin û warê bab û bapîrên xwe bihêlin.

Serok Barzanî amaje da bizava hin aliyan ji bo diyarkirina Mîrê Êzidiyan li Bexdayê û dettêwerdanên di karûbarên Êzidiyan de, herwesa tekez li ser wê yekê jî kir ku ew dê bi hemî şiyanên xwe piştevaniya xûk û birayên Êzidî bike û rêyê nade mijarên xerîb li ser Êzidiyan bên sepandin.

Vî nûçeyê tevayî: 124 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:35:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x