Serok Barzanî: Pêwîst e proseya siyasî ya Iraqê li ser sê binemayên bê avakirin

Serok Mesûd Barzanî ragihand, pêwîst e proseya siyasî ya Iraqî li ser her sê binemayên hevparî, lihevkirin û hevsengiyê bi hemû hûrgiliyên xwe ve bê avakirin û mîkanîzm û demek ji bo cibicîkirina wan her sê perensîpan werin danîn, bo hemû pêkhate hest bikin ku di proseya siyasî ya Iraqê de hevpar in û her di bin ronahiya van perensîpan de jî hikûmet were pêkanîn.

01.08.2018, Çar - 12:39

Serok Barzanî: Pêwîst e proseya siyasî ya Iraqê li ser sê binemayên bê avakirin
Nuçe Belav bike

Serok Barzanî ev axaftin, di çarçova hevdîtina îro ya ligel Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk û Konsolê Amerîka yê nû li Hewlêrê Steven Fagin û hejmarek ji şêwirmendan de kirin.

Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê ji piştî hilbijartinan û hewlên pêkanîna hukûmeta nû ya Iraqê hatin guftûgokirin û Taybet ê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de tekezî li ser rola Herêma Kurdistanê girîng û yekalîker e û ew sê binemayên ku Serok Barzanî amaje pê kirine, riya dirust û guncaw e û ew piştevaniyê lê dikin.

Brett McGurk got: “Em şanaziyê bi wê hevpariyê û hevahengiyê dikin, ku bi hêza Pêşmergeyên Kurdistanê re di şerê li dijî terorê de kiriye û berdewam dibe jî.” Û rola Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê di hevkêşeya siyasî û şerê têkşikandina teroristan li navçê de bilind nirxand û bi roleke girîng û yekalîker binav kir.

Bi boneya salvegera enfalkirina Barzaniyan, Brett McGurk careke din pirsa hevxemiya xwe bo kesûkarên qurbaniyên enfalan derbirî, herwiha hevxemiya xwe jî bo malbatanên şehîdên vê dawiyê yên şerê li dijî DAIŞê de û karmendê di bûyerê êrîşa terorî li ser parêzgariya Hewlêrê de jî derbirî.

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de bi Serok Barzanî ragihand, “Cenabê we her dem tekez dikir, ku bi şikandina DAIŞê, şerê terorê bidawî nabe, niha em dibînin ku şerê terorê çûya qonaxeke din û bi awayekî din dibe.”

Di beşeke din a hevdîtinê de, Brett McGurk got, welatê wî berdewam dibe bi alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê de û dirustkirina avahiya Konsolxaneya Amerîka li Hewlêrê bi qesrek bo dahatûyeke dirêj a hevkariyê binav kir û ew jî xisterû ku derfeta mezin bo karê hevbeş heye ji bo peydakirina aramî û baweriya zêdetir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 678 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:31:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x