Serok Barzanî: Tenê rêyek heye

Piştî vegera wî ji bo Herêma Kurdistanê, îro Serok Mesûd Barzanî kongirekî rojnamevanî lidar xist û behsa encamên serdana xwe ji bo Bexdayê kir.

28.11.2018, Çar - 09:59

Serok Barzanî: Tenê rêyek heye
Nuçe Belav bike

Serok Barzanî got: Di hemû qunaxan de, me bi berdewamî tekezî li ser wê yekê kiriye, ku hemû giriftên li gel Bexdayê divê bi jihevtêgihiştinê û rêzgirtin û aştiyane bên çarekirin. Me ti carî riya şer hilnebijartiye, lê Bexdayê deriyê xwe li pêşya her tiştî girt û riyeke din hilbijart.

Serok Barzanî got jî: Niha derfeteke din hatiye pêş û Adil Ebdilmehdî dostê me ye û mirovekî ji kêşeya Kurd û Kurdistanê têdigihê û berî niha li Herêma Kurdistanê jiya ye, lewra hêviya me mezin e, ku em karibin li gel wî çareyeke gellekî baş ji hemû kêşeyan re bibînin. Wî jî ji me re tekez kir, ku ewê bi hemû karînên xwe piştevaniya me bike, hêviya me ew e, ku emê li gel wî lihevtêgihiştineke baş bibînin.

Serok Barzanî diyar kir: Li Bexdayê me serdana hemû aliyan kir, ewên dostên me bûn, ewên pêwendiyên xwe li gel me parastin û me serdana wan kesan jî kir, yên ku dijatî li gel me dikirin. Me behsa hemû giriftan kir, bi taybetî navçeyên derveyî îdara Herêma Kurdistanê, em gihiştin jihevtêgihiştineke baş, ku hemû kêşe bi riya maddeya 140 bên çarekirin.

Herwiha got: Ez naxwazim pêşbîniyên xelkê gellekî bilind bikim, ez jî weku xelkê çav li rê me, ji ber ku karên li pêşya me, demeke dirêj dixwazin, lê niha hemûyan baş fêm kiriye, ku ji bilî diyalogê, bi ti riyeke din kêşe çareser nabin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 900 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:16:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x