Li gor daxuyaniya malpera Serok Barzanî, êvara roja çarşemê 20.02.2019an Serok Mesûd Barzanî li Selahedîn pêşwaziya şandeke Hikûmeta Amerîkayê kir ku ji Nûnerê nû yê Serokê Amerîkayê yê Hevpeymaniya Navdewletî ya şerê dijî DAIŞê James Jeffery û Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê Karûbarê Rojhilata Navîn Joel Rayburn û Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê yê bi Wekalet û Endamên Tîma Amerîkî ya taybet bi Sûriye pêk hatibû.
Serok Barzanî û şanda Amerîkayê di hevdîtinê de rewşa siyasî ya navçeyê û Iraq û Herêma Kurdistanê nirxandin û Nûnerê nû yê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya şerê dijî DAIŞê James Jeffrey pêzanînên xwe ji bo pêşveçûn û aramiya Herêma Kurdistanê nîşan da û ragihand ji bilî hebûna gef û êrîşên zêde, Herêma Kurdistanê yek ji serkeftîtirîn herêma Rojhilata Navîn e. Herwiha tekezî li wê yekê kir ku têkşikandina terorê û pêkanîna aramî, ewlewiyeta sereke ya Amerîkayê ye li herêmê.
Di beşeke din a hevdîtinê de di derbarê rewşa Sûriye û pêşhatên siyasî û meydanî yên dawî û dilgiranî û pêşniyarên li ser paşeroja Kurd li Sûriyê de danûstandina bîr û ramanan kirin û derbarê vê mijarê de tekezî li ser hemahengî û karê hevbeş ya di navbera herdû aliyan de kirin, ev jî bi mebesta dabînkirina aramî û rêgirtina li şer û kavilkarî û herwiha rêgirtina li êş û azarên gelê Kurd li Sûriyê.
Her di vê civînê de gefên terorîstan ên li ser asayîşa navçeyê xistin ber behs û guftûgoyan û wê yekê dûpatkirin ku hemahengî û karê hevbeş ê hevpeymanan û Herêma Kurdistanê serkeftin û encamên gelek erênî li têkşikandin û paşvekişandin bi terorê ketiye.
Berdewamiya hemahengiya di navbera her dû aliyan û peywendiyên Herêm û Bexda û her wiha proseya siyasî ya Herêmê mijarên din ên vê civînê bûn.