Serokê PSDKê bangî Ebadî kir: Hûn vekişin sînorê 2003an

Sekreterê Partiya Sosyalîsta Demokratîk a Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hecî Mehmûd bertekên tund nîşanî Ebadî da û got: "Hûn vekişin sînorê 2003an."

11.12.2017, Pts - 06:37

Serokê PSDKê bangî Ebadî kir: Hûn vekişin sînorê 2003an
Nuçe Belav bike

Sekreterê Partiya Sosyalîsta Demokratîk a Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hecî Mehmûd bertekên tund nîşanî axaftinên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ku gotibû ‘divê Pêşmergeyên Kurdistanê vekişin sînorê 2003an' da û got: "Di sala 2003an de hûn bi hezaran kîlometro ji Iraqê dûr bûn. Hûn vekişin sînorê 2003an."

Mihemed Hecî Mehmûd heta niha di eniyên şer de li dijî milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê tekoşîn daye û kurê wî yê bi navê Ata Mihemed jî di şerê dijî DAIŞê jiyana xwe ji dest daye. Sekreterê PSDKê ji bo Ebadî di tekoşîna dijî DAIŞê de behsa Pêşmerge nekir rexne kir û got: "Ebadî behsa Iraqeke nû û paqij dike, lê rûyê wî nagre behsa Pêşmerge bike. Ji bo hêza ku di 16ê Cotmehê de li pey bû li Kerkûk, Duzxurmatû, Daqûq û li çend cihên din êrişî kurdên sivîl kir û qetlîam kirin. Peşmerge heta niha zêdetirî hezar û 800 şehîd û zêdetirî 10 hezar birîndar daye. Rêvebiriya Ebadî rûyê xwe yê rejima berê nîşan da."

Mehmûd di berdewamiya axaftina xwe de got: "Yên li Bexdayê naxwazin bi kurdan re p3eşerojeke hevpar bijîn. Xelkê Kurdistanê ji bo daxwazên xwe divê dest bi çalakiyan bikin. Li hemberî Iraqa ereb divê xelkê Kurdistanê dakeve kolanan û bi wan bide fêhmkirin ku xwîna şehîdên me ne vala hatiye rijandin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1302 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:53:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x