Serokatiya Herêma Kurdistanê duh ragehandinek parve kir û tê de amaje da, “Em armanckirina Serokê Nivîsîngeha Siyasî ya Bizava Hemasê Îsmaîl Heniye, ku bi mêvanî li Tehranê bû, şermezar dikin û em bi nîgeraniyeke zêde li wê pêşhata metirsîdar dinêrin.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Zêdetir alozkirina rewşê gefan li tenahî û seqamgiriya tevaya deverê dike û verêj û pêşhatên xirabtir di dû xwe re tîne.”
Ev jî di demekê de ye ku, serê sibeha îro (Çarşem, 31.07.2024), Serokê Nivîsîngeha Siyasî ya Bizava Hemasê Îsmaîl Heniye li cihê mana xwe li Tehranê bi zêrevanekî xwe yê taybet re di êrîşekê de hat kuştin.
Hemasê eşkere jî kir, Îsmaîl Heniye piştî ku li Tehranê tevlî merasîmên destpêkirina karî yên Serokkomarê Îranê yê nû bû, çû cihê mana xwe û paştir hat kuştin.