Serokê Herêma Kurdistanê bi Balyozê Fransayê yê Îraqê re civiya

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Bexdayê bi Balyozê Fransayê yê Îraqê re civiya.

07.04.2024, Paz - 22:33

Serokê Herêma Kurdistanê bi Balyozê Fransayê yê Îraqê re civiya
Nuçe Belav bike

Di civînê de pêşhatên dawî û hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku  îro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Bazanî li Bexdayê bi Balyozê Fransayê yê Bexdayê Patrick Durel re civiya. 

Li gorî daxuyaniyê di civînê de rewşa Îraqê û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat gotin ku her du aliyan tekez kir ku danûstendin û pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê erenî ne û divê pirsgirêkên hene bêne çareserkirin.

Herwiha pêwendiyên Fransayê li gel Herêma Kurdistanê û Îraqê, serdana Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê û civînên li gel berpirsên Îraqê jî di civînê de hatin behskirin.

Vî nûçeyê tevayî: 135 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:22:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x