Serokê Herêma Kurdistanê û Emîndarê Civata Bilind a Ewlehiya Niştîmanî ya Îranê dicivin

Serokê Herêma Kurdistanê û Emîndarê Civata Bilind a Ewlehiya Niştîmanî ya Îranê dicivin û dîtin û nerînên xwe li ser rewşa ewlehiyê û hevahengî û alîkariyên hevpar li hev diguherin.

07.05.2024, Sal - 10:42

Serokê Herêma Kurdistanê û Emîndarê Civata Bilind a Ewlehiya Niştîmanî ya Îranê dicivin
Nuçe Belav bike

Serokatiya Herêma Kurdistanê duh ragehandinek belav kir ku tê de hatiye, “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re di berdewamiya serdana xwe ya fermî ji bo Komara Îslamî ya Îranê de bi Emîndarê Civata Bilind a Ewlehiya Niştîmanî ya Îranê Elî Ekber Ehmediyan re civiya”.

Her du aliyan di wê civînê de dîtin û nerînên xwe li ser rewşa ewlehiyê û hevahengî û alîkariyên Komara Îslamî ya Îranê û Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo parastina aramî û seqamgiriyê, metirsiyên ewlehiya deverê û bandor û verêjên wê li hev guhertin.

Herwesa her du aliyan alîkariyên hevpar û hevahengiya aliyên peywendîdar ên her du welatan pêxemetî aramî û ewlehiyê tekez kirin û li ser giringiya rêgirtina li pêşxistina aloziyan û dûrkirina deverê ji zêdetir têkdanê hevnerîn bûn.

Ehmediyan di wê civînê de berdewamiya piştgiriya welatê xwe ji bo Îraqê tevî Herêma Kurdistanê diyar kir, Nêçîrvan Barzanî jî tekez kir ku Herêma Kurdistanê wekî her car dê li deverê faktera aramî û seqamgiriyê be û ji bo çi aliyekî nabe gef.

 

Vî nûçeyê tevayî: 215 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:18:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x