Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Artêşa Pasdaran dicivin

Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Artêşa Pasdaran dicivin û her du alî tekezê li ser giringiya zêdetir mukomkirina alîkarî û hevahengiya aliyên peywendîdar ên Komara Îslamî ya Îranê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re dikin.

08.05.2024, Çar - 09:53

Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Artêşa Pasdaran dicivin
Nuçe Belav bike

Li dû ragehandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh roja Sêşemê bi Fermandeyê Giştî yê Artêşa Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê General Hisên Selamî re civiya.

Di wê civînê de, her du aliyan danûstandin li ser peywendiyên Îranê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re bi taybetî di warê ewlehiyê de kirin, herwesa her du aliyan giringiya zêdetir mukomkirina alîkarî û hevahengiya aliyên peywendîdar ên Komara Îslamî ya Îranê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re ji bo parastina ewlehî û aramiya sinoran û berhingarbûna gefên ewlehiyê ji her aliyekî ve tekez kir.

Di tewerekî din ê wê civînê de, her du aliyan danûstandin li ser bandor û encamên şerî li Rojhilata Navîn li ser rewşa deverê kirin. Herwesa her du alî hevnerîn bûn ku divê hemî alî pêxemetî parastina seqamgiriyê kar bikin û rê neyê dan ku alozî zêdetir berfireh bibin.

Alîkarî û hevahengiya ewlehî û serbazî ya Hewlêr û Bexdayê, berhingarbûna gef û metirsiyên terorê û çend pirsên ji bo her du aliyan giring aliyekî din ê wê civînê bûn.

 

Vî nûçeyê tevayî: 185 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:50:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x