Serokê Partiya Yenîden Refahê piştî cejnê serdana Herêma Kurdistanê dike

Cîgirê Serokê Giştî Yeniden Rafa dibêje, serokê wê partiyê dê piştî cejna Remezanê serdana Herêma Kurdistanê bike. Herwiha got, divê li Tirkiyeyê hemû ziman bên parastin.

08.04.2024, Pts - 16:09

Serokê Partiya Yenîden Refahê piştî cejnê serdana Herêma Kurdistanê dike
Nuçe Belav bike

Namzedê Şaredariya Stenbolê yê Partiya Yenîden Refahê û Cîgirê Serokê Giştî yê wê partiyê Mehmet Altinoz taybet ji ajansa K24ê re eşkere kir, piştî cejna Remezanê dê Serokê partiya wan Fatîh Erbakan serdana Herêma Kurdistanê bike û digel hin kesayet û aliyên siyasî bicive.

Mehmet Altinoz got: “Bextewariya cîranên me bextewariya me ye û xemên wan jî xemên me ne. Li Herêma Kurdistanê birayên me hene û me hiqûkek digel wan birayên xwe heye. Ji serdema mamoste Erbakanî ve me pêwendî digel hîzb û aliyên li Herêma Kurdistanê heye. Em berdewamiyê didin vê pêwendiya xwe. Înşallah dê Serokê me piştî cejnê dê serdana Herêma Kurdistanê bike. Lewra em ji wir gelek caran tên vexwedin.

Derbarê çareserkirina pirsa Kurdî ya li Tirkiyeyê de Altinoz got: “Li ser çareserkirina pirsa Kurdî ya li Tirkiyeyê jî dixwazim vê bibêjim, Heke li Tirkiyeyê di warê mafê mirovan de kurt û kêmasiyek hebe, divê em hemî çavdêriya vê kêmasiyê bikin. Divê dewleta Tirkiyeyê li ser zimanên ku li Tirkiyeyê tên axaftin, siyasetekî xwe hebe. Divê bi piştgiriya dewletê hemû zimanên me bên parastin û perwerdekirin.”

 

K24
Vî nûçeyê tevayî: 191 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:47:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x